Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E), êrîşên li dijî her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin. Her wiha bang li tevahî pêkhateyên Sûriyê hat kirin ku li hember her kesê hewl dide di nava gelê yek welatî de, fitneyan derxin bisekinin û nehêlin ji nû ve trajediya berê pêk were.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir.

 

Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Veguhêz siyaseta parçebûnê didomîne

 

Rêveberiya Xweser da zanîn ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ye li dijî mafên gelê Efrînê yê ku bi darê zorê ji warê xwe hatiye koçberkirin.

Rêveberiyê da xuyakirin ku êrîşên dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewamiya kiryarên nijadperestî û bicihanîna siyaseta parçebûnê ye, ya ku Hikûmeta Veguhêz pêk tîne.

Her wiha Rêveberiya Xweser bang li hêzên demokratîk ên Sûriyê, rêxistinên navneteweyî û civata navneteweyî kir ku siyaseta Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê pêk tîne, protesto bikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê kir ku li hember her kesê hewl dide di nava gelê yek welatî de, fitneyan derxin, bisekinin û nehêlin ji nû ve trajediya berê, pêk were.

 

Partiya Sûriya Pêşerojê daxwaza rakirina dorpêçê kir

Ji aliyekî din ve, Partiya Sûriya Pêşerojê jî têkildarî êrîşên Hêzên Hikûmeta Veguhêz ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, bang li Hikûmeta Veguhêz hat kirin ku dorpêça li ser her du taxan rake û êrîşên li ser sivîlan rawestîne. Her wiha bang li tevahiya gelê Sûriyê hat kirin ku ji bo aştiya navxweyî û parastina yekîtiya welat, hevgirtina xwe xurt bikin û piştgiriyê bidin QSD’ê.

 

KCDK-E piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

 

Her wiha Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E) jî bang li Kurd û dostên wan ên li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Brîtanyayê kir ku li dijî êrîşên Hêzên Hikûmeta Veguhêz yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derkevin qadan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24