"Divê dewlet gav biavêje û mafê veguhêz were amadekirin"

Dr. Vahap Coşkûn diyar kir ku divê qanûnek veguhêz a taybet ji bo pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" were çêkirin û got: "Ji bo diyarkirina şert û mercên pêşeroja Gerîlla, pêdivî bi qanûneke taybet heye." Hevserokê OHDê yê Giştî Serhat Çakmak jî got: "Divê dewlet zagonên entegrasyonê derxîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya Pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, PKK'ê biryar da ku xwe fesix bike û çek şewitand.

Li gorî vê biryarê, Tevgera Azadiya Kurdistanê biryar da ku "hêzên xwe bikişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê."

Tevgera Azadiyê, di 26'ê Cotmehê de bi li gel komek gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) li Qendîlê daxuyaniyek da.

Lê belê, tevî vê biryarê û pêkanîna wê, neavêtina gavan ji aliyê Tirkiyeyê ve pêvajoyê sist dike û fikarên civakî zêde dike.

Prof. Dr. Vahap Coşkûn, pêvajo û biryara "vekişînê" ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.

Vahap Coşkûn diyar kir ku ji bo zêdekirina baweriya bi pêvajoya aştiyê biryara vekişînê girîng e.

Coşkûn da zanîn ku yek ji sedemên din; lezandina pêvajoyê û misogerkirina ku ew derbasî qonaxeke duyemîn bibe hat ravekirin û wiha dewam kir:

'Divê mafê veguhêz a li gor pêvajoyê esas bê girtin' 

"Qonaxa duyemîn a pêvajoyê behsa destnîşankirina çarçoveya qanûnî, siyasî û bicîhanîna pêdiviyan dike. Bi avêtina vê gavê, PKK'ê diyar kiriye ku êdî dema gav avêtinê ye."

Vahap Coşkûn destnîşan kir ku dewlet dixwaze tevger çekên xwe deyne, depoyên çekên xwe radest bike û vekişe, û wiha lê zêde kir:

"Divê binesaziyeke hiqûqî hebe û helwestên qanûnî ji bo gerîlla werin destnîşankirin."

Di heman mijarê de, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak ji Ajansa Welat re axivî.

Serhat Çakmak diyar kir ku piştî agirbesta PKK'ê, ev demeke di navbera wê û artêşa dewleta Tirk de şer derneketiye.

'Divê zagonên entegresyonê werin derxistin'

Serhat Çakmak di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku PKKê bi gava vekişandinê, armanca xwe ya pêşxistina pêvajoyê aşkere kir û wiha bi dawî kir:

"Piştî ku PKK'ê gavek din avêt, êdî dem hatiye ku Tirkiyê jî gavekê biavêje. Ji bo ku endamên PKK'ê tevlî qada siyaseta demokratîk bibin, divê dewlet zagonên entegrasyonê derxîne." 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye