300 Dîlgirtî hatine berdan

Komeke din a ji 300 dîlgirtiyên ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatbûn girtin, gihîştin bajarê Hesekê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şêniyên Hesekê û malbatên dîlgirtiyên li cem Hikûmeta Veguhêz girtî ne, komeke din a dîlgirtiyan li Çerxerêya Sebax a bakurê bajêr pêşwazî kirin.

 

Hejmara dîlgirtiyên hatine berdan 300 kes e ku ji bajarên Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Efrîn, Dêrazorê, Şedadê û Helebê ne.

 

Ew kes di dema êrîşên dewleta Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatibûn girtin.

 

Hin ji wan jî di van êrişên dawî de hatibûn girtin.

 

Di merasîma pêşwazîkirinê de Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl û fermandara Asayîşê Nesrîn Ebdullah, di gel hejmarek kesayetên herêmî, rûspiyên bajêr û rêvebirên Rêveberiya Xweser amade bûn.

 

Li beramberî wê, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi rêya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hejmarek girtî radestî hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kirin.

 

Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl îro sibehê ragihandibû ku demjimêr 01.00ˋan piştî nîvro li bajarê Hesekê – Çerxerêya Sebaxê 300 dîlgirtî di çarçoveya hewldanên çareserkirina pirsgirêka girtiyan de bên berdan.

 

Berdana vê koma dîlgirtiyan di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikûmeta Vegûhêz de ye.

 

Herî dawî di 10ˊê Adarê de komek dîlgirtî bi hejmara 100 kesî hatin berdan.

 

Ev di demekê de tê ku bajarên Rojava rojane şahidiya xwepêşandanên ku ji hêla malbatên dîlgirtiyan, çalakvanên siyasî û nûnerên civaka sivîl ve têne organîzekirin dikin.

 

Malbat mijara dîlgirtiyan bi paşxistina bicihanîna peymanê bi nav dikin.

 

Hêjayî gotinê ye ku ev dîlgirtî şervanên ku di dema vekişîna ji hin nuqteyan de hatine girtin in û ev vekişîn jî li gorî lihevkirinên di navbera Hikûmeta Veguhêz û QSDˊê de pêk hatibû.

 

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî, berê diyar kiribû ku hejmara giştî ya dîlgirtiyên ku ji hêla Hikûmeta Vegûhêz ve hatine girtin, bi qasî 1070 kesî ye, tevî sivîlan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye