Rûsya êrîşeke bi mûşekan bir ser Odessayê

Rûsya şeva borî bi mûşekan êrîşî bendergeha bajarê Odessayê kir. Di encamê de, 7 kes hatin kuştin û nêzîkî 15 kes jî birîndar bûn. Her wiha Ûkraynayê jî ragihand ku Rûsyayê termên 1000 leşkeran radestî wê kiriye

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê Serokwezîrê Ûkraynayê Oleksiy Kuleba, diyar kir ku duh hêzên Rûsyayê bi moşekan êrîşî binesaziya bendergeha li bajarê Odessayê kirin.

Di encamê de, 7 kes hatin kuştin û nêzîkî 15 kes jî, birîndar bûn.

Bi rengekî hemwext, Ûkraynayê jî êrîşek hewayî bir ser platformeke petrolê ya Rûsyayê ya Deryaya Xezarê pêk anî.

Artêşa Ûkraynayê ragihand, hêzên wan bi rêya dronekî, platforma petrolê ya Lukoilê kirine armanc.

Li gorî daxuyanîya Ûkraynayê, di hefteyekê de ev sêyemîn car e ku platforma petrolê ya li Deryaya Xezarê rastî êrişên hewayî tê.

Rûsyayê termên 1000 leşkeran radestî Ûkraynayê kirin

Li aliyekî din, rêveberên Ûkrayna û Rûsyayê  ragihandin ku duh her du alî termên leşkeran pevguherandin e.

Alîkarê Serokê Ûkraynayê  Voladymyr Medinsky, da zanîn ku Rûsyayê termên 1000 leşkerên Ûkraynî radestî Ûkraynayê kirine.

Di berdêla vê de, Ûkraynayê jî  termên 26 leşkerên rûsî radestî Rûsya kirine.

Di vê navberê de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser meseleya garantîyên ewlehîyê û sekinandina êrişên dûrî enîya rojhilat de gotinên balkêş kirin. 

Pûtîn got, eger Ûkrayna hilbijartinekê li dar bixe, Rûsya amade ye ku di derbarê meseleya garantîyên ewlehiyê û sekinandina êrîşên li kûrahiya Ûkraynayê careke din bifikire.

Putîn destnîşan kir ku divê welatiyên Ûkraynî yên li Rûsyayê dijîn jî bikaribin beşdarî dengdanê bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye