Dewleta Tirk li Dêrelûkê rêya nû ya leşkerî çêdike

Dewleta Tirk li bajarokê Dêrelûkê yê girêdayê parêzgeha Duhokê li Başûrê Kurdistanê dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kiriye

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dîsa dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê planên nû ji bo berjiwendiyên xwe pêk tîn.

Li gorî dîmenên belavbûyî, Artêşa Tirkiye bi amûrên giran ên leşkerî li Geliyê Reşava yê bajarokê Dêrelûkê yê girêdayî navçeya Amêdiyê, dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kiriye.

Ji ber çêkirina rê gelek xwezaya herêmê bi teqemeniyan hatiye hilweşandin û bi taybet cihên xwezayî yên dikeve Geliyê Reşava wêran bûne.

Ev hewldana dewleta Tirk a li herêmê, zextê li welatiyan dike ku mal û gundên xwe yên li herêmê vala bikin.


Dewleta Tirk ji sala 2019’an ve bi hincetên cuda cuda, li Herêma Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonên leşkerî kiriye.

Heta niha bi dehan navend û baregehên leşkerî û îstixbaratî li nava xaka Herêma Kurdistan û Iraqê ava kiriye.

Ev êrîş û operasyon bûn sedema valakirina bi sedan gund û şehîdkirina gelek welatiyên sivîl yên li Herêmê.

Li aliyê din nêzî salekê ye pêvajoyek di navbera Tirkiye û Rêberê damezirêner ê PKK`ê Abdullah Ocalan de heye.

Her wiha di vê çarçoveyê de Partiya Karkerên Kurdistan PKK`ê kongreya xwe pêk anî û dawî li hebûna xwe û hemû çalakiyên xwe yên leşkerî anî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye