Corcêt Barsom: Li Siweydayê jin rastî tundî û komkujiyan tên

Seroka Yekîtiya Jinên Suriyan a Sûriyê Corcêt Barsom diyar kir ku li Siweydayê zilm li jinan tê kirin û eger mudexeleyek ji bo rewşê çênebe, wê rol û hebûna jinê bê tunekirin. Her wiha behsa giringiya pergala Rêveberiya xweser a ji bo Sûriyê kir û got: "Tecrûbeya Rêveberiya xweser dema li Sûriyeyê pêk bê, wê hemû pirsgirêkên welat çareser bibin, wê wekhevî, demokrasî û jiyaneke bi rûmet pêkan bibe."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Seroka Yekîtiya Jinên Suriyan li Sûriyeyê Corcêt Barsom aloziya li Sûriyeyê, taybet jî êrişên li ser Siweydayê û rewşa jinên durzî nirxand.  

 

Gelê Siweydayê jiyanek bi rûmet û wekhev dixwazin

 

Corcêt Barsom diyar kir ku niha Sûriye di rewşeke aloz de ye û got: "Bûyerên ku îro li bajarê Siweydayê pêk tên encama ne edaletî û dûrxistina gel ji biryara ne. Gelê Siweydayê jiyanek bi rûmet û wekhev dixwazin, lê  hikumeta heyî nikare pirsgirêkan çareser bike. Li Sûriyeyê gelek pêkhate hene weke Durzî, Suryan û Elewî û yên din jî rastî qetilkirin û qirkirinan tên, bêdengiya Sûriyê li ser van kiryaran dihêle ew di rewşeke xeter de be."

Corcêt  polîtîkayên  hikûmeta demkî ya Sûriyê ya veguhêz rexne kir û wiha domand: "Hikûmet Şamê li  şûna  sîstemeke pir rengî û wekhev bi pêş bixe, dîsa hişmendiya ku çûyî ferz dike. Xîtaba wê  li ser esasê Îslama tundraw e."

 

Herî zêde jin dibin hedefa êrişên komên tundraw

 

Corcêt  destnîşan kir ku li Siweydayê jin rastî kiryar û êrîş  û qetilkirinan tên û wiha lê zêde kir: "Despêka buyerên Suwêdayê , komên girêdayî Hikumeta Veguhêz yekemîn jin kirin armanc. Her wiha jinên Siweydayê di çalakiyên ku li dijî rejîma Baas çêdibûn cihê xwe digirtin û rastî tehdîdan dihatin. Lê îro bûyerên ku çêdibin mafê jinan ji hemû aliyan ve  binpêdikin û dixwazin wê ber bi hişmendiyeke hişk ve bibin."

Corcêt anî ziman ku ger mudexeleyek ji bo rewşa Siweydayê çênebe, wê jin bi xeteriyan re bimîne,rastî êrîşên dijwar were, rol  û hebûna    dê bê tune kirin.

 

Rêveberiya Xweser ji bo hemû pirsgirêkên Sûriyeyê çareserî ye

 

Corcêt bal kişand li ser pergala Rêveberiya Xweser û wiha got: "Rêveberiya Xweser projeyekê ewlehî, nenavendî û demokratîkbûnê derdixe holê. Her wiha tecrubeyên nû yên komîn û meclîsan anîn, lewra  dikare bibe çareserî ji bo hemû pirsgirêkên Sûriyeyê. Eger perensîbên wê di nav destûra  nû de were bicihkirin, wê Sûrî ber bi aştiyê û wekheviyê ve biçe."

 

Jinên Rojava pêşengên pergalê ne

 

 Seroka Yekîtiya Jinên Sûryan a Sûriyeyê Corcêt Barsom tekez kir ku  Îro jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengtiyê  dikin û roleke mezin radikin ser milê xwe, vê li cîhanê deng vedaye û got: Tecrûbeya Rêveberiya xweser  dema li Sûriyeyê pêk bê,  wê wekhevî, demokrasî û jiyanek bi rûmet pêkan bibe."

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24