Ûkraynayê yekem balafireke şer a Fransî winda kir

Ûkraynayê yekem balafira xwe ya şer a Fransî ya Mirage 2000 di qezayekê de winda kir û pîlotê wê rizgar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî roja Çarşemê, li ser malpera fermî ya serokatiyê diyar kir ku balafir Fransî ye û pir bi bandor e, pîlot saxlem e û ti rola Rûsan di xistina wê de tune ye.

Hêza Hewayî ya Ukraynayê di daxuyaniyekê de got ku bûyer şeva Sêşemê qewimiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku pîlot bircê kontrolê ji şaşiyeke teknîkî ya di alavên firînê de agahdar kiriye, li gorî tedbîrên awarte, pîlot bi jêhatîbûn tevgeriyaye û bi serkeftî xwe rizgar kiriye.

Ev bûyer derbeyeke nû li hêzên hewayî yên Ûkraynayê dixe,  ji xwe Ûkrayna li hember êrîşên hewayî yên Rûsan qels e.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24