Bargehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê dîsa rastî êrîşan hatin

Tevî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Îro dîsa êrîş li ser bargehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamekî rêveberiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, ragihand ku Îranê bi mûşekan êrîşî baregeheke wan a li parêzgeha Hewlêrê kiriye.

Li gorî agahiyan, îro danê nîvro baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yên li Dola Alanê ya Hewlêrê, ji aliyê Îranê ve hatiye bombebarankirin.

Di êrîşa ku bi 3 mûşekan hatiye kirin de, ti ziyanên canî çênebûne.

Ji 28`ê Sibatê ve û heta îro, 76 caran bi mûşek û dronan êrîşî baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye