Lêpirsîna Gulistan Dokuyê: Umut Altaş Amerîkayê hate girtin

Umut Altaş ê ku di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de fermana sor a Interpolê ji bo wî hatibû dayîn, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hate girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gulistan Doku, xwendekara sala duyemîn a Beşa Geşedana Zarokan a Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê bû, piştî ku şeş sal di ser windabûna wê re derbasbûn, der barê wê de doz hate vekirin.

Di 5'ê Çileya 2020'an de, ji 15 kesên ku hatibûn binçavkirin, 12 kes hatin girtin.

Di lêpirsînê de, pêvajoyeke fermî ji bo dayîna "bultena sor" ji bo Umut Altaş, ku gumanbarekî firarî ye û hatiye diyarkirin ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dimîne, hatiye destpêkirin.

Wezareta Dadê agahî da wezaretên peywendîdar ku hem dosyaya radestkirinê ya der barê Altaş de ji rayedarên Amerîkayê re bişînin û hem jî piştrast bikin ku "Bultena Sor" ji hêla Sekreteriya Giştî ya INTERPOL'ê ve were dayîn.

Umut Altaş, gumanbarekî firarî ku di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de fermana sor a Interpolê ji bo wî hatibû dayîn, ji aliyê rayedarên ewlehiyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hate girtin.

Pêvajoya radestkirina Altaş ji bo Tirkiyê dest pê kiriye.

Umut Altaş, ku di lêpirsîna windabûna Gulistan Dokuyê de bi fermana sor a Interpolê dihat lêgerîn, li ser tiştên ku piştî kuştinê qewimîne hin îdia kirin.

Umut Altaş wiha dibêjê:

"Ez ê her tiştî bêjim. Ji bo girtina dosyayê her tişt li cem min heye. Ez dixwazim rayedarên Komara Tirkiyê bi min re têkiliyê deynin.

Delîlên her tiştî li cem min hene. Hemû delîl li cem min hene û ez ê bidim wan.

Ez ê kujer radestî wan bikim. Lê divê ew gazî min bikin. Divê ew îşev min ji vir derxînin.

Bi dozger re têkiliyê deynin, bi balyozxaneyê re têkiliyê deyninû ji wan re bibêjin ku delîl û agahiyên we hene ku hûn doza kuştinê bigirin.

Ji wan re bibêjin ku delîlên we yên tekez hene ku kê ew kuştiye."

Niha hemû raya giştî li bendê ye ku, gelo weke Umut Altaş dibêje wê her tiştî derxîne holê yan na?

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye