Artêşa Îsraîlê îro rêze-êrîş li dijî başûrê Libnanê pêk anîn

Di berdewamiya şerê navbera Îsraîl û Libnanê de, îro jî artêşa Îsraîlê rêze-êrîşên din li dijî Libnanê pêk anîn. Hizbullah jî bersivê dide û li başûrê Libnanê bi mûşekan navendeke fermandariya Îsraîlê armanc kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê îro di berdewamiya êrîşên xwe yên li ser başûrê Libnanê de, rêze-êrîşên asmanî pêk anîn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî, droneke Îsraîlê nêzîkî baregehên artêşa Libnanê yên li Nebatiyeyê ketiye.

Her wiha balafireke bêmirov a Îsraîlê li bajarê Nebatiyeyê êrîşî motorsîkletekê kir.

Di heman demê de, topxaneya Îsraîlê bajarokê Qebrîxa yê navçeya Merciyeûnê armanc kir.

Hizbullah: Me komek leşkerên Îsraîlê li "Misgav Am" armanc kir

Li aliyekî din, Hizbullah jî êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê berdewam dike.

Hizbullahê da zanin ku we bi mûşekan navendeke fermandariya artêşa Îsraîlê li bajarokê Bayada yê li başûrê Libnanê armanc kir û wiha lê zêde kir:

“Me li Misgav Am bi dronan komek leşkerên Îsraîlê armanc kir.”

Ev yek tê, piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 15’ê gulanê de agirbesta di navbera Libnan û Îsraîlê de dirêj kir.

Tevî vê yekê jî, êrîşên Îsraîlê li ser başûr û Bîqa'ê nesekinîn, di heman demê de Hizbullahê êrîşên xwe yên li ser leşkerên Îsraîlê li başûr berdewam kirin û balafirên bêmirov ber bi bakurê Îsraîlê ve şandin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye