Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê gera duyem a danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de, ji New York Postê re axivî.
Donald Trump ragihand ku gera duyem a danûstandinan dibe ku roja înê were lidarxistin.
Her wiha Trump eşkere kir ku Îran ew her 8 jinên ku cezaya bidarvekirnê li wan birî bû, bi dar ve nake û wiha lê zêde kir:
“Ez nû hatim agahdarkirin ku heşt xwepêşanderên jin ên ku biryar bû îşev li Îranê bên bidarvekirin, nayên bidarvekirin.
Çar ji wan dê yekser werin berdan, lê çarên din dê mehekê cezaya girtîgehê wergirin”.
Qalîbaf: Heta ku Amerîka agirbestê binpê bike em tengava Hurmizê venakin
Di heman çarçoveyê de jî, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek belav kir.
Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku heta agirbest ji aliyê Amerîkayê ve tê binpêkirin, Tengava Hurmizê venabe û wiha pê de çû:
“Amerîkî bi êrîşkariya leşkerî negihîştin armancên xwe, û ew ê bi tirsandinê jî negihîjin wan armancan.
Tekane rêya pêşveçûnê pejirandina mafên gelê Îranê ye.”
Di 21`ê nîsanê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesta ku diviya di dawiya şevê de bi dawî bibûya, dirêj kir.
Gera yekem a danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de, di 11`ê nîsanê de li paytexta Pakistanê Îslamabadê, pêk hat.