Tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Îranê de, êrîş li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Êrîş û bombebaranên dewleta Îranê yên li ser kampên penaberên Rojhilatê Kurdistanê jî dewam in.
Duh di saetên nîvro de, kampa Surdaşê ya li sînorê bajarokê Dukanê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, bi mûşekan hate bombebarankirin.
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistanê Emced Huseyn Penahî ji ajansa Rojnews’ê re ragihand ku saet 13:24’an bi rêya du mûşekan êrîş li ser Kampa Surdaşê ya li sînroê bajarokê Dukanê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve hate kirin.
Emced Huseyn Penahî da zanîn ku di encama êrîşê de ti ziyanên canî çênebûye, lê zirer û ziyanên madî bi kampê hatiye.
Her wiha li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin duh di navbera demjimêr 10:30 û 11:00`ê şevê de, dron li asmanê Soranê hatin dîtin.
Dron li nêzîkî navçeya Berzêweyê ji aliyê balafirên şer ên Kolaîsyonê ve hat têkşikandin.
Li gorî amaran, ji 28`ê Sibatê ve bi 732 dron û mûşekan êrîş li ser Başûrê Kurdistanê pêk hatiye.
Di encama van êrîşan de 21 kesan jiyana xwe ji dest dane û 99 kes jî birîndar bûne.