Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê raporek li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê weşand.
Li gorî rapora rêxistinê, bi destpêkirina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, Îran heta niha herî kêm 3 hezar û 464 welatî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bin çav kirine.
Ji vê hejmarê, 767 kes piştî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de hatine binçavkirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev di demekê de ye ku beriya niha Wezareta Îstîxbarata Îranê li xwe mikur hatibû ku polîs, Asayîş û Supaya Pasdaran di girtina van kesan de rol lîstine.
Her wiha hatibû ragihandin ku dozgeriya giştî û saziyên dadwerî berpirsê fermanên van girtinan in.