Ajokarên Hesekê ji ber nebûna mazotê bigazinc in

Ev 15 roj in ku ajokarên Hesekê bê mazot in. Ji ber nebûna mazotê, ajokar kirê biha dikin û ev yek bandorê li welatiyan dike. Şêniyên Hesekê û ajokar ji aliyên peywendîdar daxwaz dikin ku ev pirsgirêk çareser bibe.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ji dema hatina Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve, rewşa gelê Sûriyê ji aliyê Aborî ve, her ku diçe, xirabtir dibe.

Sotemenî biha ye, ajokar û gel ji vê yekê bigazinc in.

Ji ber nebûna mazotê, ajokar kirê biha dikin û ev yek bandorê li welatî û xwendekaran dike.

Berî niha, kirêya ji Hesekê heta Qamişloyê bi 15 hezarî bû, lê niha bûye 25 hezar.

Ajokar her lîtreyeke mazotê bi 13 hezar û 200 lîreyan dikirin.

Bilindbûna bihayê mazotê bandor li gel, xwendekar û ajokaran dike û ew jî daxwaz dikin ku çareseriyek ji vê pirsgirêkê re were danîn.

Ajokarên Hesekê: Em hêvîdar in çareseriyek ji mazotê re were ditîn

Ajokaran jî bang li aliyên peywendîdar kir ku çareseriyekê ji mazotê re bibînin û wiha lê zêde kirin:

“Ji ber nebûna mazotê, kirê biha dibe û ev yek bandorê li welatiyan dike.”

Bihayê mazota bazara serbest ji 55 sentan derket 75 sentan.

Lê mazota xizmetguzariyê (jenerator û nangehên giştî) ya Rêveberiya Xweser wekî xwe maye ku lîtreya wê bi 125 lîreyê Sûrî ye.

Li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de bihayê mazotê bi 88 sentên Amerîkî ye.

Li gorî ku hatiye ragihandin, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dixwaze bihayê mazotê li tevahiya Sûriyê û herêmê bike 88 sent.

Li hin benzînxaneyên herêmê jî mazot bi 88 sentan tê firotin û hinek jî bi 55 sentan tê firotin.

Lê ev yek bandoreke neyînî li welatî û ajokarên herêmê dike.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye