Ozgur Ozel: Em ê têkoşîna demokratîk bimeşînin

Serokê Partiya Yenî Ozgur Ozel pirsên Rojnameya Cumhuriyetê yên der barê pêvajoyê û nîqaşên rojevê de bersivandin. Ozgur Ozel da zanîn ku ew di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û divê li hember manîpulasyonan baldar bin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel, rexneyên ku li ser dengê wan a “erê” ya ji bo Qanûna Çarçoveyî ya di çarçoveya pêvajoya çareseriyê ya nû de hatibû amadekirin nirxand.

Ozgur Ozel got: “‘Partiya ku dibêje ‘em ê welat birêve bibin’ divê ji perspektîfeke pir fireh ve binihêre. Îro kirina serastkirineke der barê danîna çekan de karekî rast e, divê ji vê re ‘erê’ were gotin.

Me ji bo bidawîbûna şer û bêçekbûnê dengê ‘erê’ da, em ê têkoşîna demokratîkbûnê bidin.”

‘Demokratîkbûn di meclîsê re derbas dibe’

Serokê Yenî Partiyê Ozgur Ozel der barê hin gotinên ku di nav gel de wek Abdullah Ocalan gotiye “Rêya demokrasiyê ne di Silivriyê re, di Îmraliyê re derbas dibe” ev tişt got?

Şandeya Îmraliyê me ji hevdîtineke wiha agahdar nekir. Ji aliyê dewletê ve jî tiştek nehat.

Ji cihan hin tişt têne derxistin. Em di xaleke ku potansiyela wê ya manipûlasyonê bilind e de ne.

Şandeya Îmraliyê berê serdana partiyan dikir, vê carê piştî hevdîtina 1’ê tebaxê serdana çend partiyan kir.

Ji me ti randevû nexwestin û ji min re behsa tiştekî wiha nekirin. Ji ber wê min ev mesele nexist rojeva xwe.

‘Em ê nebêjin AKP’ê em xapandin’

Ozgur Ozel her wiha li hember pirsa di nav gel de têgihîştina “Partiya Yenî, ji projeyeke AKP’ê re got ‘erê’” heye. Ev biryareke we ya resen e? Ev tişt anî ziman.

Fikrê komîsyonê jixwe fikrekî ku me diparast bû. Îro kirina serastkirineke der barê danîna çekan de karekî rast e.

Me got “Em ê bikevin komîsyonê”. Em ketin.

Me got “Em ê neçin Îmraliyê”, em neçûn.

Me ji raporê re dengê “erê” da. Di qanûnê de jî wekî prensîb me dengê “Erê” da lê me her kes azad hişt.’’

"Di bernameya me de Zimanê Dayîkê maf e"

Ozgur Ozel herî dawî li ser mafê ziman û welatiyê wekhev de da zanîn ku jixwe di bernameya me de hebûna zimanê dayikê wekî mafekî heye.

Lê ew ji serî de dibêjin ku divê ev kar veneguhere guherîneke qanûnî.

Her wiha meseleya welatiya wekhev ne tenê wekî tiştekî etnîkî û mezhebî; ji aliyê wekheviya aborî, wekheviya fersendê û destwerdanên tund û watedar ên li dijî bêwekheviyên ku îro derketine holê de dibîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye