Şandeya ku were Tirkiyê ji kesayetên berê ji ber zextên Tirkiyê derketibûn derveyî welat û hin ji wan jî di Pilatforma Aşitî û Azadî ya Avrupa(EFFP) de cihê xwe digrin.
Ev platform ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re hevdîtin bikin dixwazin bi gelek aliyan re rêze hevdîtinan pêk bînin.
Şande wê bi DEM Partî û Buroya Hûqûqê ya Sedsalê re hevdîtin bike
Kampanya ku EFFP daye destpê kirin li piranî welatên Avrupa berdewam dike.
Ev şandeya ku 39 kesan pêktê dixwaze 1-2 Tîrmehê bi Buroya Sedsalê ya Hûqûqê ya parêzerên parêzvaniya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan girtiye ser xwe re hevdîtin bike.
Her wiha hate ragihandin ku wê şande heman rojê bi DEM Partiyê re jî hevdîtin bike.
Piştî hevdîtinan 2ê Tîrmehê Şande wê li Taksîmê di Otelekê de `Civîna maseya gilover` li dar bixe. Endamên şandeyê wê derheqê pirsgirêka Kurd de nêrin bidin.