Salvegera 3`êmîn ê şhadeta mamoste Şemal

Bi boneyê salvegera şehadetê mamoste Şemal li bajaroka Kifrî li du cihên cûda merasîma bîranînê hatin lidarxistin. Sê sal bi ser qetilkirina Nivîskar, lêkolîner, dîroknas û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Mamoste Şemal re derbas bû. Mamoste Şemal li ber deriyê mala xwe ji aliya îstixbarata Tirkiyê ve hatibû qetilkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Tirkiyê bi riya îstixberata xwe siyasetmedar û nivîskarên kurd dike armanc.

Yek ji wan mamoste Şemal berî 3 salan ji aliyê MÎT`ê Tirk ve hatibû qetilkirin.

Malbat û xizmên wî li ber deriyê mamoste Şemal bi bîranîn.

 

Mamoste Şemal li ser gora xwe hate bibîranîn

 

Li aliyekî din jî, li Goristana Baweşasiwar ya li navçeya Kifrî ya Îdareya Germiyanê, Şehîd Suheyl Xurşîd bi nasnav Mamosta Şemal bi amadebûna welatiyên Kifrî, hevrê, welatparêz, malbat û malbatên şehîdan, bi merasîmekê di sêyemîn şehadeta xwe de, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê Şehîd Şemal û hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştre beşdarvanan gul li ser piskilêta Mamosta Şemal ya ku di dema şehîdbûna wî de bikardianî, danîn.

Piştre jî bi salvegera sêyemîn ê şehadeta Mamosta Şemal, sê şitil hatin çandin.

 

‘Şehîd Şemal ne tenê nivîskarekî Kurd bû lê belê nivîskerekî Netewî bû’

 

Peyama komîteya amadekar ya merasîmê ji aliyê Dilniya Mehmûd ve hate xwendin.

Tê de hate gotin ku ew plan dikin ku merasîma salane ya bîranîna salvegera Şehîd Şemal di çarçoveyek zanistî, neteweyî û civakî ya asta bilind de lidar bixin.

Di berdewamiya merasîmê de, peyama hevrêyên Şehîd Şemal yên têkoşînê ji aliyê Cûma Kerîm ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin:

“Şehîd Şemal ne tenê nivîskarekî Kurd bû. Wî bi dehan gotarên lêkolînê bi zimanê Erebî li dijî zihniyeta yek netewe, yek reng û yek deng nivîsandiye.”

Cûma Kerîm anî ziman ku ew li ser heman rê û rêbazên şehîdan têkoşîna xwe wê berdewam bikin û wiha berdewam kir: “Em soz didin li ser çand, exlaq û welatparêziya te ya jiyana hevpar û netewî bimeşin.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Şehîd Şemal Namire’ dawî bû.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24