Salvegera 39'emîn a komkujiya bi çekên kîmyewî ya Serdeştê

Beriya 39 salan rêjîma Baasê ya Îraqê çekên kîmyewî bi ser bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê de barandin. Di encamê de, bêtirî 130 kesan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran birîndar bûn û ziyaneke mezin gihîşt jîngeha herêmê. Ev êrîş di dîroka nûjen de, weke yekemîn êrîşa kîmyewî ya li ser bajarekî tê naskirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Îro salvegera 39`emîn a komkujiya bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê ye.

28`ê hezîrana sala 1987`an, hêzên Seddam Husên, bombeyên gaza Xerdelê bi ser taxên niştecihbûnê yên bajarê Serdeştê de barandin.

Ev êrîş, weke yekemîn êrîşa kîmyewî li ser bajarekî di dîroka nûjen de tê zanîn.

Di wê rojê de balafirên şer ên Îraqê 7 bombeyên kîmyewî bi ser bazar û taxên niştecihbûnê yên bajêr de barandin.

Li gorî daneyên nefermî, di encama êrîşê de bêtirî 130 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 8 hezar kes bi madeyên kîmyewî bandor bûn.

Bi hezaran kes hewcedarî çavdêriya lezgîn a bijîşkî bûn û bi sedan ji ber birînên xwe yên giran, bo nexweşxaneyên Urmiye, Tebrîz, Tehran û bajarên din hatin veguhastin.

Ev dane nefermî ne û hejmara qurbanan pir ji vê zêdetir e, ji ber ku wê demê, ji bo veşartina vê tawana giran, herdu rejîmên Îraq û Îranê, daneyên rast belav nekirin.

Ev êrîş bû sedem ku jîngeh, xweza û hewaya bajarê Serdeştê û derdora wê bi temamî jehrî bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye