25 koçberên Herêma Kurdistanê li Lîbyayê hatin azadkirin

Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku 25 koçberên Kurd li Lîbyayê hatin berdan û niha kar ji bo vegrandina wan tê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê da xuyakirin ku bi hevkariya balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê, ew her 25 welatiyên Kurd hatine azadkirin.

 

Ew her 25 kes ji Herêma Başûrê Kurdistanê derbasî Lîbyayê bibûn û dixwestin bi rêya qaçaxçiyên Lîbyayê derbasî Ewropayê bibin, lê ew ji aliyê hêzên Ewlekariyê yên Lîbyayê ve hatibûn girtin.

 

Gerînendeya Têkiliyên Derve eşkere kir ku qaçaxçiyan, pasportên wan kesan birine û niha ew bi balyozxaneya Iraqê re hewl didin pasportên demkî ji wan re peyda bikin, da ku vegerin Herêma Başûrê Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24