Di mehên germ de li Amedê welatî ava sûsê ji bo hênikbûnê vedixwin.
Ava sûsê di heman demê de ji bo tenduristiya mirovan jî weke derman e.
Ava sûsê ku bi zor û zehmetiyan ji herêmên çiyayî tê komkirin û pişt re tê çêkirin, niha li kolanên navçeya Sûrê û gelek deverên Amedê tê firotin.
Firoşkarê Ava Sûsê Mehmet Emîr ku 41 sal in vî karî dike, diyar kir ku kirîza aborî bandor li kirîna Ava Sûsê jî kiriye.
Xalê Mehmet Emîn dibêje ku ji ber qeyrana aborî di bêrîka gel de pere nemane ku werin ava sûsê bistînin.
Ligel berê 600 an jî 700 bardax difirotin, a niha dikare bi zorê 100 bardaxan bifiroşe.