Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê ji bo mîtînga 1`ê Gulanê ya Cejna Karker û Kedkaran, daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê bi dirûşmeya “Ji bo civakeke demokratîk, em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin", hate dayîn.
Parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya û Mehmet Kamaç, Hevserokên DBP`ê yên Amedê Rûçem Vefa Elyakut û Ahmet Dogan û Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn û nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
"Wê 1`ê Gulanê li qada stasyonê ji bo "mafê hêviyê" mitîngek were lidarxistin"
Di daxuyaniyê de, Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî:
“Piştî pêvajoyeke dijwar a şer, axaftina li ser aştiyê gelek girîng e û peywira me hemûyan ew e ku em vê aştiyê pêk bînin”.
Bi daxuyaniya Rêzdar Ocalan a di 27ê Sibatê de, ji bo guhetinê, gelek tiştan li welêt dest pê kir.
Lê hikûmet di derxistina qanûnan de pir hêdî tevdigere.
Divê em hemû li banga ku Rêber Apo, daye destpêkirin, xwedî derkevin.”
Her wiha Abbas Şahîn derbarê roja 1`ê Gulanê de, ev bang kir:
“Em ê 1`ê Gulanê saet di 12.00an de li Qada Stasyonê bin. Em dixwazin mafê hêviyê veguhere hêviya azadiyê ya civakê.”
"Li qada stasyonê kom bibn da ku em ziman û çanda xwe biparêzin"
Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût jî ji bo mtînga 1`ê Gulanê ev tişt got:
“Ji bo jiyaneke demokratîk û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em bang li gelê Amedê dikin.
Werin em bi hev re li Qada stasyonê dengê xwe bigihînin hemû cîhanê.
Ji bo jiyaneke demokratîk, aştiyeke mayînde û azadiyê, em bêtir rêxistinkirî bin.”
Ji aliyê din ve jî, Hevserokê Şaxê DÎSK Genel-Îş a Hejmara 2yan a Amedê Behçet Barût jî destnîşan kir ku 1ê Gulanê ne tenê cejna karkeran e û wiha lê zêde kir:
“Em ê ne tenê ji bo mafên karkeran, em ê ji bo avakirina civaka demokratîk jî li qadan bin.
Divê em bi civakîbûna di aştiyê de israr bikin.”
Di dawiyê de Behçet Barût bang li bindest, jin, karker û kedkaran kir ku li Qada Stasyonê kom bibin da ku em ziman û çanda xwe biparêzin û di aştiyê de israr bikin.