Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiyê têkildarî civîna komîteya Rêveberiya Navendî (MYK) ku duh hate lidarxistin û geşedanên di rojevê de daxuyanî da.
Ayşegul Dogan bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha tevî her tiştekî, bi hewldanên bi israr ên aştî û demokratîkbûnê yên Ocalan vala hate derxistin. Asta em li Tirkiyeyê gihiştinê qonaxeke krîtîk e."
Ayşegul Dogan: Dem dema naskirin û qebûlkirinê ye
Ayşegul Dogan diyar kir ku Civaka komunal a demokratîk, eko-ekonomî, eko-endustrî, sosyalîzma civaka demokratîk, entegrasyona demokratîk û herî dawî jî demokrasiya muzakerevan divê ne tenê weke têgeh bên destgirtin. Ev têgehên sereke yên modela jiyana nû ya ku Ocalan pêşkeşî Tirkiyê û cîhanê dike.
Her wiha, Ayşegul Dogan destnîşan kir ku danîna çekan girîng e, lê belê divê rewşa bêpevçûniyê mayinde bibe û wiha domand:
"Ji bo rewşa bêpevçûnî mayinde bibe hewceye hinek gav bên avêtin. Çek bêdeng bûn, wê demê divê niha yasa, hiqûq û demokrasî bêhtir xuyanî bibe.
Niha dema naskirin û qebûlkirina vê ya ji hêla hiqûqî ve ye. Lêbelê heta niha tu tiştek nehatiye kirin. Di serdema nû de, hewceye were dîtin ku serweriya hiqûqê û edalet cîbicî bûne."
Ayşegul Dogan: Kampanyaya me ya aştiyê didome
Ayşegul tekez kir ku Hewceye komîsyon bi birêz Ocalan re pêwendiyan deyne û got:
Bahçelî di vê mijarê de daxuyanî da û em jê keyfxweş bûn. Lê hêj jî serokê Meclisê û serokê komîsyonê di vê mijarê de daxuyaniyek nehatiye dayin.
Ayşegul Dogan bal kişand li ser kampanyaya "Em Aştiyê Dixwazin" û da zanîn ku wê heta dawiya Cotmehê dewam bike û axaftina xwe wiha bidawî kir:
"Li gel hevdîtinên me heta niha kirine, têkildarî serdema nû ya Meclisê jî amadekarî hene û di MYK’ê de li ser van mijaran nîqaş hatin kirin. Di serdema nû de wê di vê mijarê de plansaziyên me hebin."