Xelatên Rojnamevaniya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê ku îsal cara yekem ji hêla Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve têne lidarxistin, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê hatin pêşkêş kirin.
MKG, Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê, Tevgera Jinên Azad, Dayîkên Aştiyê, dayîka Gurbetelî Ersozê Fatma Ersoz, siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Çigdem Kiliçgun Uçar, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê, Komeleya Jinan a Rosayê û rêxistinên civakî, beşdarî merasîma xelatdayînê bûn.
Merasîmê ji bo şehîdên Çapemeniya Azad bi deqeyekî rêzgirtinê destpêkir.
Piştre Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê Roza Metîna axivî û diyar kir ku Gûrbetelî Ersoz di salên herî zor û zehmet de têkoşîneke bêhempa raber kir û tu carî serî netewan.
Di berdewamiya merasîmê de derbarê jiyan û têkoşîna Gûrbetelî Ersoz sînevîzyoneke hat nişandan.
Piştre dayîka Gûrbetelî Ersoz, Fatma Ersoz axivî û got: “Me wek gelê Kurd pir bedelên giran dan. Em aştî û xweşiyê dixwazin.”
`Zindî hiştina navê wê berdewamiya têkoşînê ji bo rastiyê ye`
Malbata Gûrbetelî Ersozê peyamek ji merasîmê re şand û tê de diyarkirin ku Gûrbetelî Ersoz ne tenê rojnamevanek bû ew wijdana serdemekê û sembola Çapemeniya Azad bû.
Di berdewamiya peyamê de ev hate gotin ku zindî hiştina navê wê ne tenê bîranînek e, ew berdewamiya têkoşîna ji bo rastiyê ye.
Li ser navên Dayîkên Aştiyê Nezahat Dogan got: “Heke îro em li vir dikarin gotinên xwe bînin ziman bi saya van şehîdan e.”
Kişanak: Em bi pênûsên xwe dikarin aştiyê pêk bînin
Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak behsa kesayeta Gûrbetelî Ersoz, rojên ku bi hev re kar kirine kir û ev bang kir:" Ez bangî pênûsên azad dikim, divê em heqîqetê bi awayekî herî xurt binivîsin, em bi pênûsên xwe dikarin aştiyê pêk bînin."
Di kategoriya Nûçeyên Kurdî de, ku rojnameger Semiha Alankûş, Hatice Kamer û Hesna Muhemed endamên juriyê bûn, nûçeya rojnameger, nûçegihanên Jin Newsê Dîlan Babat û Rojda Aydin bi nûçaya xwe ya bi navê (Kiryarê ku destdirêjî 12 zarokan kir, tiryakê li ku peyda dike) hêjayî xelata yekem, hatin dîtin.
Di kategoriya Nûçeyên Tirkî de xelata yekemîn, ji Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgûtê bi nîvê lî şîrnexê şerê taybet Çeteya fihûşê ya ku çawîşên pîspor jî di nav de girt.
Xelata Zeyneb Dûrgûtê ji aliyê endama Lijneya Edîtoriyê ya kovara Jineolojiyê Fîgen Arasê ev hat dayîn.