Ji bo parastina çavkaniyên avê, edaleta ekolojîk û parastina mafê gelan yên avê Forûma Avê ya Mezopotamayayê li Amedê di roja duyem de li Navenda Kongreyê ya Çandê bi kargehan didome.
Di roja duyemîn a forûmê de bi beşdariya gelek mêvanên navneteweyî, çalakvanên jîngehê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, kargehên bi sernavên "Av, Aştî û Azadî", "Rêveberiya Avê û Rizgarkirina Hewzên Avê" û "Dîplomasiya Avê ya Gel" hat li darxistin.
Girîngiya çemên Dîcle û Firatê ji bo aştiyê
Kargeha bi sernavê "Av, Aştî û Azadî" li ser girîngiya çandî û dîrokî ya çemên sereke yên Mezopotamyayê Dîcle û Firatê, potansiyela wan lokomotîfî ya ji bo aştiyê û edaleta ekolojîk û civakî di navbera welatên herêmê de bi çi awayî dikare bê çêkirin, hat rawestandin.
Di forûmê de nêzîkatiya jinan a li hemberî vê mijarê û beşdariya civakê di vê pêvajoyê de jî hat nîqaşkirin.
Di dewama forûmê de beşdarên forûmê li ser sedemên krîza avê ya herêmê û çareseriyên demokratîk-ekolojîk nîqaş kirin.
Her wiha Forûma beşdaran li ser bi serenavê "Dîplomasiya Avê ya Gel", li ser pêwîstiya tevger û hikûmetên herêmî ji bo pêşxistina çareseriyê,dîplomasiya avê sekinîn.
Dîsa di formê de mijarên cur bi cur, di nav wan de mafê av û jiyanê, av û bîra çandî, aştî û ewlehî, tenduristiya civakê, guherîna avhewayê, rêveberiya avê ya ekolojîk û demokratîk,
parvekirina avê ya navbera dewletan, qanûn, aktorên dîplomatîk, rolên hikûmetên herêmî û rêxistinên jîngehê di dîplomasiyê de nêrînên xwe anîn ziman.
Beşdaran di çarçoveya mafê av û jiyanê de bi rêya gotobêjê, pêşkêşkirin û xebata komî li ser pirsgirêkên ekolojîk û çareseriyên dîplomatîk nîqaş kirin.