Îsraîlê cenazeyê dîlekî din ji Xezeyê wergirt

Xaça Sor cenazeyê dîlekî Îsraîlî ji Xezeyê wergirt û radestî Artêşa Îsraîlê û servîsa ewlehiyê ya Shin Bet kir. Lê kileka vê jî bendên agirbestê tên binpêkirin, piştî ku agirbest hat ragihandin heta niha 43 welatiyên Filistînî hatine kuştin. Di navbera her du aliyan de nakokî berdewam in.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Nû: Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu duh di daxuyaniyekê de, ragihand ku Îsraîlê tabûteke ku cenazeyê dîlekî tê de ye ji Xezeyê wergirtiye.

Cenazeya ku hatiye radstkirin ,ew ê li Enstîtuya Neteweyî ya Tiba Edlî ya li Tel Avîvê were naskirin.

Ji aliyê xwe ve, Hemasê piştrast kir ku cenaze radestî Xaça Sor hatiye kirin û berdevkê wê Hazim Qasim, di daxuyaniyekê de got ku tevger wê ji bo temamkirina pêvajoya dan û standinê xebata xwe bidomîne.

Hemasê berê termên 9 ji 28 dîlên mirî yên ku li Xezeyê hatine girtin, radestî Îsraîlê kiribû.

 

Hemas: Em ji bo agirbesteke 3 heya 5 salan amade ne

 

Endamê buroya siyasî ya Hemasê Mihemed Nazzal jî di hevpeyvînekê de ji Reutersê re, got ku tevger ji bo ji nû ve avakirina Xezeyê ji bo agirbesteke 3 heta 5 salan amade ye. 

Nazzal rave kir ku armanca agirbestê ne amadekirina şerekî nû ye, lê dayîna asû û hêviyeke rastîn ji Filistîniyan re ye.

Di bersiva gotinên Nazzal de, Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku Îsraîl pabendî peymana agirbestê ye . 

Daxuyaniya Îsraîlê wiha bû: "Hemas dizane cenazeyên dîlên me li ku ne û peyman zelal e, dem diqede divê Hemas çek deyne û ew pabendî plana 20 xalan bibe."

 

Îsraîl agirbestê binpê dike: Li Xezeyê 11 kes hatin kuştin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), li Xezeyê di topbarana Îsraîlê de ku wesayîtek li taxa Zeytûnê ya rojhilatê Xezeyê hedef girt, 11 kes hatin kuştin û yên din jî birîndar bûn. 

Hemasê ev êrîş şermezar kir û tekez kir ku ev sûc, binpêkirinên berdewam ên agirbestê nîşan dide.

 

`Ji dema agirbest ketiye meriyetê ve 23 welatiyên Filistînî hatine kuştin`

 

 Dîsa Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, di rapora xwe ya rojane de, diyar kir ku hejmara kuştiyan berdewam zêde dibe û ragihand ku ji dema agirbest ketiye meriyetê ve, 23 kes hatine kuştin û 122 kes jî birîndar bûn.

 

Li Xezayê 9 sivîl hatin kuştin

Herî dawî Artêşa Îsraîlê li taxa Zeytûnê ya bajarê Xezeyê gule li otobuseke sivîlan reşand û di encamê de 9 sivîlên Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Ji aliyê xwe ve jî, Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji ber otobus ji "xeta zer" a ku hatiye destnîşankirin, derbas bûye, wan gule li wê reşandine.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye