DYA, Urdun û Îmaratê ji bo her 6 pêşmergeyan peyam şandin

Peyamên sersaxiyê ji bo her 6 Pêşmergayên ku jiyana xwe ji dest dane, dewam dikin. Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyê Tom Barrack, Şahê Urdinê Şah Ebdilayê Duyem û Wezareta Karên Derve ya Îmaratê, sersaxî ji Mesrûr Barzanî re xwestin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 24`ê Adara 2026`an, Îranê bi şeş mûşekan êrîşî bargeheke hêzên Pêşmerge ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê kir.

 

Di encamê de 6 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

 

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Soranê beşdarî şîna her 6 Pêşmergeyan bû.

 

Mesrûr Barzanî got:

 

"Xwîna şehîdên me ti carî vala neçûye û vê carê jî vala naçe."

 

 

 

Mesrûr Barzanî: Em naxwazin tevlî şer bibin

 

 

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî ji hemû xelkê Başûrê Kurdistanê re xwest û got:

 

"Em ê li ser rêya şehîdên xwe bidomin.

 

Em naxwazin tevlî tu şerekî bibin û em dixwazin Kurdistan parastî be."

 

 

 

Tom Barrack sersaxî ji Mesrûr Barzanî re xwest

 

 

 

Her wiha Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyê Tom Barrack bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Tom Barrack ji bo Pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest.

 

 

 

Şahê Urdunê: Min bi xemgîniyeke mezin nûçeya şehîdbûna 6 pêşmergeyan bihîst

 

 

Şahê Urdunê Şah Ebdilayê Duyem jî ji bo her 6 Pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dan sersaxî ji Serokê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê re xwest.

 

Peyama Şahê Urdinê wiha ye:

 

"Min bi xemgîniyeke zêde nûçeya şehîdbûna hejmareke Pêşmergeyan û birîndarbûna hejmareke din jî ji ber du êrîşên bi mûşekan ên Îranê bihîst.

 

Ez bi navê xwe û gel û hikûmeta Urdunê ji ber vê karesatê ji dil sersaxiyê ji we re dixwazim.

 

Ji birîndaran re jî çarebûneke bilez dixwazim."

 

 

 

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

 

 

 

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê jî derbarê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

 

Wezaretê di daxuyaniyê de êrîş bi tundî şermezar kir û got:

 

"Ev destdirêjî " pêşketineke xeternak" e.

 

Her wiha binpêkirineke eşkere ya hîmên yasaya navneteweyî ye."

 

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê hevsozî û piştgiriya tam a welatê xwe ji bo Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare kir.

 

Îmaratê ragihand ku ew piştgiriyê didin gavên Hikûmeta Herêmê ku ji bo parastina aramî, ewlehî û parastina welatiyan tên avêtin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye