Berdevkê Tenduristiyê yê Kerkûkê ragihand ku her diçe hejmara kesên ji ber tozê, rastî pirsgirêkên tendirustî hatine, zêde dibe.
Berdevkê Tenduristiyê ya Kerkûkê, Saman Babe, ji Ajansa Roj News re ragihand ku pêleke tozbarînê, Iraq û Herêma Kurdistanê girtîye.
Çavkaniyên bijîşkî yên Kerkûkê ragihandin ku ji ber tozbarînê, jê 9 zarok 84 kes rakirin nexweşxaneyê.
Her wiha li Silêmaniyê jî ji ber toza zêde 44 kes rakirin nexweşxaneyê.