Di biryara ku ji aliyê serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve hatiye derxistin, behsa tu sedeman nehatiye kirin, bi tenê tê de hatiye nivîsandin ku Dmitry Kozak cîgirê serokê dîwana serokkomariyê ji kar hatiye dûrxistin.
Lê berî vê biryarê, Kremlinê daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû û tê de ragihandibû ku Dmitry Kozak, daxwaz kiribû ku dest ji kar berde û pişt re wî bi xwe istîfa kir.
Dmitry Kozak 66 salî ye, ew bi xwe li Ûkraynayê ji dayik bûye û têkiliya wî bi Putin re vedigere salên 1990`î, dema ku bi hev re li şaredariya Saint Petersburgê kar dikirin.