Duh Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku navê wê ji lîsteya beşdariya Kongreya Azadiya Îranê hatiye derxistin.
Partiyê li hemberî vê yekê bertek nîşan da û ji du partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê zelalî xwestibû.
Piştî van pêşketinan, PJAK`ê ravekirinekE zelal pêşkêşî raya giştî kir.
Di daxuyaniya PJAK`ê de hat gotin:
"PJAK`ê ji destpêkê ve piştî wergirtina vexwendina fermî bi helwesteke erênî pêşwazî li Kongreyê kir, lêbelê nav û helwesta nûnertiya wê bêyî ravekirineke zelal ji bernameyê hatin derxistin.
Li hemberî derxistina navê xwe, PJAK`ê helwesteke rexnegir girt ku bi pêleke berfireh a piştgirîyê ji kesayet û hêzên alîgirê demokrasiyê re hat.
Piştre, hin endamên Komîteya Kordînasyona Kongreyê bi nîqaşên dijwar pêvajoya sererastkirina vê tedbîrê domandin ku di dawiyê de rê li ber têgihîştineke nû vekir.
Li gorî vê yekê, vexwendina ji bo PJAK'ê hatiye nûkirin û nûnerê sereke yê partiyê dê beşdarî Kongreyê bibe û gotarekê pêşkêş bike."
PJAK`ê spasiya hemû kesayet û hêzên ku "ji bo parastina pîvanên demokratîk û reformkirina vê pêvajoyê xebitîne" kir.
Her wiha tekez kir ku pirsgirêkên di navbera partiyên Kurdistanê de, dê di çarçoveya hevpeymaniyan û bi diyalogê de werin çareserkirin.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ragihand ku PJAK dê li gorî vexwendinê beşdarî Kongreya Azadiya Îranê bibe û beşdariya xwe ya çalak bidomîne.