Li Swêdê komkujiya Helebçeyê li dibstanan tê xwendin

Dr. Ferîdûn Mûradî ku bi lêkolînên xwe yên li ser komkujiya Helebçeyê û çekên kîmyewî tê nasîn, got ku li Swêdê komkujiya Helebçeyê di bernameya fermî ya xwendinê de hatiye qebûlkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Swêdê, ragihand ku ew ê êrîşa Kîmawî ya li ser Helebçeyê bikeve nava metryalên dibistanên Seretayî de.

 

Bi rêya naveroka waneyên amadekirî, wê xwendekar aliyê erênî û neyînî yên  Madeyên Kîmyawî yên di şer de hatine bikaranîn, bixwînin. Mînaka vê yekê jî Helebçe ye.

 

Dr. Ferîdûn Mûradî ku bi lêkolînên xwe yên li ser komkujiya Helebçeyê û çekên kîmyawî tê nasîn, ragihand ku metna perwerdehiyê ya ku wî bi pisporên perwerdehiyê yên swêdî re amade kiriye, di bernameya fermî ya xwendinê de hatiye qebûlkirin.

 

Li gorî vê biryarê, kîmyabarankirina Helebçeyê dê di bernameya xwendinê ya xwendekarên refa 4, 5 û 6`an (temenên 10-13 salî) de li Swêdê cih bigire.

 

Nivîsa vê waneyê xizmetên ku madeyên kîmyayî di warên wekî derman û paqijkirina avê de pêşkêşî mirovahiyê dikin, vedibêje,

 

Di heman demê de eşkere dike ka ev made çawa dikarin werin veguherandin bo çekên tirsnak, wekî ku li Helebçeyê hate dîtin.

 

Dr. Mûradî diyar kir ku wî daneyên zanistî peyda kirine, di heman demê de pisporên Perwerdeyê ev agahî bi zimanekî guncaw ji bo zarokan ji nû ve amade kirine.

 

 

"Min soza xwe ya ji bo qurbaniyên Helebçeyê bi cih anî"

 

 

Ferîdûn Mûradî, pisporê çekên kîmyawî li zanîngehên Karolinska û Goteborg, tekez kir ku ev destpêşxerî xwedî girîngiyeke kesayetî ye û wiha got:

 

"Di serdana min a bo Kurdistanê di sala 2015`an de, min soz da qurbaniyên êrîşa kîmyayî ku ez ê bibim dengê wan.

 

Wekî pisporê yekem di vî warî de li Swêdê, min trajediya Helebçeyê di hemî civînên zanistî û torên akademîk ên ku ez beşdarî wan bûme, anî ziman.

 

Ev gav beşek ji hewldana min e ku ez wê sozê bi cih bînim."

 

Biryara Swêdê, wekî gaveke girîng ber bi naskirina akademîk û perwerdeyî ya komkujiya Helebçeyê li Ewropayê ku yek ji mezintirîn trajediyên ku gelê Kurd jiyaye, tê dîtin.

 

Di 16`ê Adara 1988an de, ji aliyê Rêjîma Baas`ê ya ku di bin serokatiya Sedam Husên de êrîşên kîmyawî li ser Helebçeyê pêk hatin, di encama wê êrîşê de herî kêm 5,000 kes, ku piraniya wan jin û zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye