Rûsya êrîşî bajarekî Ûkraynayê kir: 5 kes hatin kuştin

Li Ûkraynayê êrîşek pêk hat û herî kêm 5 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rûsya li bajarê Nikopolê li herêma Dnipropetrovsk a Ûkraynayê êrîşek pêk anî û di encama êrîşê de herî kêm 5 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.

 

Bepirsên Ûkraynayê, dibêjin ku di vê êrîşê de sivîl hatine hedefgirtin.

 

Êrîş, di saetên sibehê de pêk hat û Serdozgeriya Ûkraynayê êrîş weke "sûcekî şer" pênase kir.

 

Ji aliyekî din ve, Artêşa Ûkraynayê ragihand ku Rûsyayê tevahiya şevê 289 êrîş bi dronên dûravêj pêk anîne û 260 ji wan ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine xistin.

 

Ji aliyê Rûsya ve, Karbidestên rûsî roja şemiyê gotin ku êrîşeke bi mûşek û dronan li başûrê Rûsyayê pêk hatiye herî kêm kesek hatiye kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye