Serokê Amerîkayê Donald Trump êrîşî Brîtanya û Fransayê kir û ew bi ne beşdarbûna di şerê li dijî Îranê de, tewanbar kirin
Trump di postekê de li ser platforma xwe ya Truth Social got ku, Brîtanya di nav wan welatan de ye ku ji ber girtina Tengava Hurmizê, êdî nikare sotemeniya balafiran bi dest bixe û diyar kir ku wan red kiriye ku Brîtaniya beşdarî şerê li dijî rejîma Îranê bibe.
Serokê Amerîkayê pêşniyareke bi henek da Brîtanya û welatên din, da ku dest bi kirîna sotemeniyê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bikin, an jî cesaret bigirin û ber bi Tengavê ve biçin û bi zorê tiştên ku hewce dikin, bistînin
Her wiha Serokê Amerîkayê got: "Divê ev welat fêr bibin ku ji bo xwe şer bikin, ji ber ku Amerîka êdî li wir alîkariya wan nake.
Nemaze ji ber ku wan berê alîkarî nedaye Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê."
Trump tekez kir ku "Îran bi temamî hatiye wêrankirin û beşa dijwar a şer bi dawî bûye û bang li van welatan dike ku biçin petrola xwe bi dest bixin."
Di posteke cuda de, serokê Amerîkayê êrîşî Fransayê kir û ew bi nebûna hevkariyê bi têra xwe tawanbar kir.
Her wiha Trump destnîşan kir ku, wan rê li ber balafirên ku kelûpelên leşkerî ji Îsraîlê re dibirin, girtiye û nehiştine balafir di ser axa wan re bifirin.
Trump, Fransa wekî welatekî pir bêalîkar bi nav kir û hişyarî da ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê vê helwesta wan ji bîr neke.