Donald Trump li ser mijarê ev tişt anîn ziman:
“ Pêdiviya me bi lezbûnê nîne. Rêbaza me ya astenkirinê heye ku pere negihîjin Îranê.
Em nikare rê bidin Îranê ku bibe xwedî çekên nukleerî ji ber ku ew ê bi kar bînin."
CNN`ê, diyar kir ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi ciddî li ser ji nû ve destpêkirina operasyonên leşkerî yên mezin li dijî Îranê difikire.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku Trump ji ber girtina berdewam a tengava Hurmizê bêsebir bûye.
Duh Trump pêşniyara Îranê wekî "bêaqil" û nayê qebûlkirin bi nav kir.
Her wiha îdia kir ku peymana agirbestê bi Tehranê re li ber hiweşînê ye.