Lezgin

SOHR: Di 24 saetan de 21 kes hatin qetilkirin

reset font size increase font size

Li Sûriyê 21 kesan ji ber êriş, teqîn û bûyerên tundiyê hatin qetilkirin.

Ev demeke Sûriyê ji rêjîma Elbais hatiye rizgarkirin û hikumetek nû li cihê wê çêbûye. Heya niha aramî li Sûriyê çênebûye û her roj kuştin, talankirin û eşkence çêdibin.

Navanda Çavdêriya Sûrî (SOHR), di malpera xwe de diyar kir ku Di 24 saetên dawî de 21 kes hatin qetilkirin.

SOHR anî ziman ku ev hejmar bi awayên cuda hatin qetilkirin, 11 ji aliyê kesên  leşkerî ve hatin qetilkirin, 3 zarok ji ber teqîna mayînekê, 4 cinazêyên ku berî demekê winda bibûn hatin dîtin û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilata Sûriyê, yên ji hêla DAIŞ ê ve hatibûn şehîd xistin.

Egîd Xelîl

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24