Welatiyên Îraqî yên ku li Hindistanê asê mabûn, vegeriyan

Wezareta Derve ya Îraqê ragihand ku, welatiyên Îraqî yên ku li Hindistanê ji ber sekinîna geştên esmanî yên Îraq û herêmê, asê mabûn, bi rêya bejahî gihiştin Îraqê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de, geştên hewayî yên Îraqê hatibûn rawestandin.

Ji ber vê yekê, gelek welatiyên Îraqê li Misir, Hindistan û welatên din asê mabûn.

Wezareta Derve ya Îraqê ji bo vegerandina welatiyan, ketibû di nava hewildanan de.

Îro, wezareta Derve ya Îraqê ragihand ku welatiyên ku asê mabûn, bi rêya bejahî vedigerin.

Di vê çarçoveyê de, hinek welatiyên Îraqî yên ku li Hindistanê asê mabûn, vegeriyan Îraqê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye