Sekreterê komeleyê bang li leşkerên Kurd ên di nav artêşa Îranê de kir

Duh, roja yekşemê, Sekreterê Giştî yê Partiya Komeleyê, Ebdulah Muhtedî, li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek belav kir. Muhtedî bang li leşkerên Kurd kir ku dev ji artêşa Îranê berdin û daxwaza piştgiriya têkoşîna Îranê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Roja 1'ê adarê, Sekreterê Giştî yê Partiya Komeleya Şorşeger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Ebdulah Muhtedî, li ser X'ê bi daxuyaniyekê bang li efser û leşkerên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kir.

Ebdulah Muhtedî, xwest ku leşkerên Kurd dest ji artêşa Îranê berdin û wiha belav kir:

"Efser û leşkerên azadîxwaz ên Kurd

Efser û leşkerên ku li herêmên cuda yên Kurdistanê xizmetê dikin

Komara Îslamî li ber ketinê ye.

Vê rejîmê, welat xistiye di nav xizanî, gendelî û wêraniyê de.

Bi dehsalan, heke ne bi sedan be jî, bi deh hezaran ciwanên azadîxwaz girtine, îşkence kirine û darve kirine.

Tiştê ku ji we, efser û leşkerên artêşê û her wiha ji personelên hêzên bicîhanîna qanûnê ve tê hêvîkirin ev e:

Ku hûn di van kêliyên çarenûssaz de li kêleka gel bisekinin.

Yekcarî zincîrên îtaetê bavêjin û piştgiriya têkoşîna gel a ji bo azadiyê bikin.

Ji îro û pê ve, Dev ji wê hestê berdin, ku hûn mecbûr in fermanên serokên xwe bi cih bînin, serokên ku hîn jî di xizmeta vê rejîma dij-gel de ne.

 

Muhtedî: Komara Îslamî li ber ketinê ye

 

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Muhtedî behsa encamên desthilatdariya dewleta Îranê kir û wiha nivîsand:

Ev rejîma dij-gel nêzîkî dawiya xwe dibe.

Bi sedan milyar, dewlemendiya gel li ser avakirina bernameyeke nukleerî ya bêwate,

an jî li ser hêzên terorîst ên li herêmê, xerc kiriye.

Di dawiyê de jî şer tîne ber deriyên me.

Komara Îslamî ji destpêkê ve, bi fermana Xumeynî êrîşî Kurdistanê kir.

Her wiha dest bi kuştinên girseyî kir û bi dehsalan bi van tepeserkirinên hovane û xwînî berdewam dike.

Ev rejîma dij-kurd li ber mirina xwe ye û di dojeha ku afirandiye de dişewite.

Niha têkoşînên wêrek ên gel ji aliyekî ve û têkçûnên şer ji aliyê din ve, meydana vê rejîma kujer teng kiriye.

 

Muhtedî: Yekîne û komîteyên leşkerên Kurd ava bikin

 

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Muhtedî bal kişand li ser avakirina yekîne û komîteyan û wiha anî ziman:

Yekîneyan û ger pêwîst be, komîteyên ji efser û leşkerên azadîxwaz ên Kurd, ava bikin.

Her wiha di zûtirîn dem de bi partiya Komeleyê re têkilî deynin.

Şervanên Kurd ên Azad, hûn ji vê ax û avê ne, hûn ji vî gelî ne.

Xiyanetê li axa bav û kalên xwe nekin, pişta xwe nedin gelê xwe yê bêpar û bindest.

Di wê dojeha ku Komara Îslamî ew afirandiye de nemînin.

Li aliyê rast ê dîrokê bisekinin, xwe û malbatên xwe serbilind û ewle bihêlin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye