Li Amerîka di kargehekê de teqîn çêbû

Li kargeheke teqemeniyan li eyaleta Tennessee ya Amerîkayê teqînek mezin çêbû, di encamê de 19 kes winda bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberê polîsan yê herêma Humphreys Chris Davis di civîneke çapemeniyê de, got ku teqîn li kargeha (Accurate Energetic Systems), ku 80 k.m dikeve rojavayê Nashville, qewimî.

Davis piştrast kir ku di teqînê de, mirin çêbûne lê hîn bi awayekî fermî nehatiye ragihadin.

Rayedarên eyaleta Tennessee destnîşan kirin ku sedema teqînê eşkere nebûye û dibe ku lêkolîn çend rojan bidome.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24