Çavkaniyên Yemenî roja Înê ji Sky News Arabia re gotin ku Hûsiyan mûşek û dron avêtine kampa leşkerî ya Sahn El-Cin û baregeha Herêma Leşkerî ya Sêyemîn li parêzgeha Marebê.
Çavkaniyan zêde kirin ku parastina hewayî li dronên ku ji hêla Hûsiyan ve li ser bajarê Marebê hatine avêtin reşandiye.
Di heman demê de raporên medyayê destnîşan kirin ku parastina hewayî ya Yemenê hejmarek dronên Hûsiyan xistine xwarê.
Berê, çavkaniyên Yemenî ji Sky News Arabia re gotin ku hejmara miriyên ji êrîşa mûşekî û dronên Hûsiyan li ser kampên hêzên hikûmetê li Mareb û Hadramawtê gihîştiye 58 kesan her wiha bi dehan jî birîndar bûne.