Ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve, rojane Îraq tê bombebarankirin.
Li aliyekî, Amerîka êrîşî navend û baregehên Heşdî Şebî dike, li aliyekî din jî komên Cebhet El-Muqaweme (Eniya Berxwedanê) ya ser bi Îranê ve, êrîşî navend û baregehên Amerîka yên li Îraqê dike.
Di demjimêrên êvarê de, êrîş li ser navenda Vîktorya ku hêzên hevpeymaniyê û Dezgeha Dij-Terorê ya Îraqê yên ku li nava Balafirxaneya Bexdayê ne, hat kirin.
Hate ragihandin ku di êrîşê de, 2 endamên hêzên dij-terorê birîndar bûne.
Li aliyê din, Amerîka baregeha Heşdî Şebî ya li navçeya Cirf Sexer ya ku li Parêzgeha Babil cih digire, bombebaran kir.
Heta niha agahiyên li ser ziyana vê êrîşê bi dest neketine.