Di daxuyaniya ku li ser hesabê fermî yê X ê ya Serokatiya Hikûmeta veguhêz a Sûriyê hatî parvekirin de, hat diyarkirin ku di hevdîtina Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin û Serokê Sûriyê Ehmed Şer de mijarên ewlehiya dualî û herêmî hatine gotûbêjkirin.
Hate destnîşan kirin ku di hevdîtinê de tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyê, serwerî, aramiya siyasî û aştiya civakî hatiye kirin û Tirkiye wê her tim li kêleka Sûriyê be.
Di civînê de QSD û vegera penaberan hatin gotûbêjkirin
Her wiha Serokê Sûriyê ragihand ku di hevdîtinê de “Peymana 10'ê Adarê ya di navbera QSD û birêvebiriya Şamê de” hatiye gotûbêjkirin û Kalin tekezî li ser yekparçeya axa Sûriyeyê kiriye.
Piştî hevdîtina Serokê Sûriyê Ehmed Şeri bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re ya li Qeterê, ev hevdîtin pêk hat.