Trump: Ger lihevkirin çênebe, wê bombebaraneke dijwartir pêk bê

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ger Îran bi Washingtonê re li hev neke, wê Îran ji berê pir girantir were bombebarankirin. Her wiha Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf da zanîn ku Amerîka hewl dide ku Îranê ji hundir ve qels bike, da ku welêt ber bi teslîmbûnê ve bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Encama şerê Îran û Amerîkayê heta niha ne zelel e.

Îhtîmala lihevkirina her du aliyan hîn jî li ser maseyê ye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li aliyekî peyama lihevkirinê dide û li aliyê din jî gefan li Îran dixwe.

Donald Trump girêdayî mijarê daxuyaniyek li ser Truth Socialê parve kir.

Trump got ku, eger Îran şertan qebûl bike, wê operasyona leşkerî ya bi navê `Hêrsa Destanî` bi dawî bibe.

Her wiha da zanîn ku eger qebûl neke jî wê beravajî vê, êrîş ji nû ve dest pê bikin û ji berê dijwartir bin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Donald Trump berê ji Kongreyê re gotibû ku qonaxa êrîşê ya operasyonê temam bûye.

Tevî vê yekê jî di daxuyaniya dawî de Washington vebijarka leşkerî li ser maseyê dihêle.

DYA di nav 48 saetan de li benda bersiveke Îranê ye

Li gorî ajansa Axiosê ya Amerîkî, her du alî ji her demê bêtir nêzîkî lihevkirinê ne.

Tê gotin ku DYA di nav 48 saetan de li benda bersiveke Îranê ye.

Li gorî heman çavkaniyê, çarçoveya peymanê ew e ku Îran dewlemendkirina uranyûmê rawestîne.

Li beramberî vê wê DYA’yê dewlemendiyên Îranê yên ku hatine cemidandin serbest berde. 

Her wiha vekirina Tengava Hurmizê jî di rojevê de ye.

Qalîbaf: Dijmin hewl dide ku Îranê ji hundir ve qels bike

Li alîyekî din Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku welatê wî bi yek ji mezintirîn şerên hemdem re rû bi rû ye û got:

"Dijmin hewl dide ku Îranê ji hundir ve bi rêya zextên aborî û dorpêçkirina deryayî qels bike.

Bi vê yekê wê hevgirtina navxweyî hilweşîne û welêt ber bi teslîmbûnê ve bibe.

Nîşanên van zextan jî di tedbîrên nû yên Amerîkî yên derbarê rêyên avê de, wekî Tengava Hurmizê eşkere dibin.

Serokê Parlamentoya Îranê tekez kir ku pêwîst e hikûmet bi zelalî gel ji planên xwe yên ji bo çareserkirina bilindbûna bihayê agahdar bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye