Hêzên Hikûmeta Veguhêz beriya 14 rojan rêya di navbera Tebqa- Selemiyê girtibû.
Di 20`ê cotmehê de, careke ev rê vekir, lê duh(Sêşem 21 Cotmeh 2025) careke din rêya di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Sûriyê yên din girtin.
Duh, ji ber mayîna zêde ya erebeyan li ser rê, rêwiyan bertekên tund nîşanî biryarê dan û Hêzên Hikûmeta Vegûhêz tenê rê dan hinek erebeyan ku derdas bibin.
Li gorî agahiyan, nexweşekî dil ku ji bo tedawiyê wê biçûya Şamê, li ser rêya Tebqa-Selemiyê jiyana xwe ji dest da.
Heta neha jî girtina wê rêyê berdewam dike.