Daxuyanî ji aliyê Enstîtuya Pêşeroja Jiyanê ve hate weşandin ku rêxistineke bi berdewamî li ser xetereyên zekaya sinayî hişyariyan belav dike.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta avakirina pergaleke bi kontrol û ewle divê pêşketina zekaya sinayî were rawestandin.
Zanyarên di warê zekaya sinayî de navdarin ev daxuyanî îmzekirin, yek ji wan jî xwediyê Xelata Nobel a Fîzîkî ya 2024'an Geoffrey Hinton e.