Kovara Bijîşkî The Lancet encamê lêkolîneke li ser xwarina goşt ku di tê de gelek pisporan cih girtine parvekir.
Pisporên navneteweyî destnîşan kirin ku ji bo însan bi tendurist jiyan bikin divê li ser pergala xwe ya xwarinê baldarbin.
Ji bo vê jî taybet divê xwarina goşt de baldarbin û kêmtir bikin.
Ev nêrîn ji bo hin aliyên ku xwarina goşt diparêzin, hişt ku nîqaşên li ser vê duqat zêde bibe.
Li gor lêkolîneke ku di sala 2019`an de hatiye kirin ev ropor dibêje ku divê goşt bi rêjeyeke pir kêm were xwarin.
"Encamên lêkolînê ji bo xerckirina herêmî ne guncaw in"
Li hember vê Federasyonên çandinî-xwarinê li çar aliyên cîhanê encamên lêkolînê red kirin û wan ev tişt weke xeternak û ji bo elimandinên herêmî ne guncaw dîtin.
Zanyar li ser vê mijarê herçendî erênî nêzbibin jî lê balkişandin li ser elimandinê civakê û hin rastiyên weke newekheviya civakî ku dihêle ev yek pêk neyê.
"Pêdivî bi xwarinên hawîldorparêz û saxlem zêdetir heye"
Federasyonê bal kişand ser çavkaniyên xwarinê yên hawirdorparêz û saxlem, da xuyakirin ku ev yek bandorê pergala parastina Tendûristiya Gerstêrkê jî dike. Ji ber xwarina goşt mirov gelek lawiran dikujin ev yek pergala jiyanê xira dike.
Pisporan gotin ku wan dema formulekirina pêşniyarên xwe lêkolînên herî nûjen li ber çavan girtine lê di dawiyê de ji yên di sala 2019`an de pir cuda nebûne.
"Divê xwarina goşt bi 15 giraman were sînordarkirin"
Wan encam da ku divê xwarina goştê dewar, beraz û berxê rojane bi 15 gram (0.5 ons) were sînordarkirin, li gorî 14 gramên ku cara dawî pêşniyar kiribûn.
Dîsa xwarin û vexwarina tiştên zêde şêrîn, rûnên têrbûyî jî werin kêmkirin.
Di heman demê de divê mirov rojane bi rêzê ve 200, 300 û 210gram sebze, fêkî û genim jî bixwe.
Divê berhemên şîr 250gram û masî an xwarinên deryayî 30gram û her wiha goştên spî yên wekî mirîşkê jî hebin.
Ev hejmar jî bi piranî dişibin yên sala 2019 an.
Lêkolîneran gotin ku ev ji bo parastina tendûristiyê, ji bo kêmbûna mezin a mirina ji ber hemû sedeman, û kêmbûna nexweşiyên kronîk ên sereke ye.