Li Humisê çekdarên nenas 3 bombe avêtin 2 malan

SOHR’ê pişterast kir ku komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi kontrolkirin û qedexekirina tevgerên wan zextê li ser şêniyan zêdetir dikin. Vê sibehê li bajarê Humisê çekdarên nenas 3 bombe avêtin 2 malan, di encamê de zirarên mezin ên madî çêbûn. Her wiha li ser rêya Reqa-Şamê 2 ciwanên Kurd hatin revandin. Ji aliyekî din jî li Şamê niştecihên Elewî bi zorê ji malên wan tên derxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her ku diçe alozî li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ne, bêhtir dibin.

Li taxa Kerem El Zeytûn a bajarê Humsê çekdarên nenas 3 bombe avêtin 2 malan, di encamê de zirarên mezin ên madî çêbûn.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihand di êrîşa yekemîn de bombe ji ser xanî avêtin malekê li kolana 26’an ya bajarê Humisê. 

Di heman demê de hat destnîşankirin ku piştî êrişa yekemîn bi demeke kurt çekdaran li Kolana 24’an 2 bombeyên din avêtin maleke din û di encamê de wêraniyeke mezin çêbû. 

2 ciwanên kurd ji aliyê çekdarên Emşat ve hatin revandin

Ji aliyekî din jî ciwanên Kurd ji aliyê çekdarên Emşat ve tên revandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî diyar kirin ku 2 birayên ji bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê li ser rêya Reqa-Şamê hatine revandin. 

Li gorî heman çavkaniyê hat zanîn ku herdu bira yên bi navê Avan Mîro û Ebdulmutelib Mîro, dema ku ji bo qeydkirina li zanîngehê ber bi Şamê ve diçûn li ser rê hatin revandin.

Her wiha malbata wan anî ziman ku herdu bi basê derdora saet 11.00ˊan derketin û dema di ser rêya Reqayê re derbas dibin, bendeke kontrolê bi navê "Meidan" a nêzî 20 kîlometreyan ji bajêr dûr e basê disekinîne. 

Malbatê got ku benda kontrolê ku bas sekinand ya çeteyên "Emşat" bû. 

Li Şamê niştecihên elewî bi zorê ji malê wan derdixin

Girêdayî êrîş û revandinê ku li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz de çêdibin, şêniyan jî bi darê zorê ji malên wan derdixin. 

Li gorî agahiyên ku Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand li taxa Someriyê ya Şamê ku piraniya niştecihên wê Elewî ne, rageşî derketiye. 

SOHR’ê diyar kir ku alozî piştî bang li şêniyan hate kirin ku di nava 24 saetan de malên xwe vala bikin, derket.

Her wiha li gor SOHR ku xwe dispêre çavkaniyên herêmê û destnîşan dike ku berpirsekî hêzên ewlehiyê bi navê Ebû Huzeya hatiye taxê û agahî daye ku malên bi rengê kesk hatine nîşankirin, di planê de ne û dê di çend saetên pêş de werin rûxandin. 

Her wiha li gor SOHRê hikûmeta Şamê bi vê yekê dixwazin demografiya taxên Elewiyan biguherînin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye