Li gorî ku hatiye ragihandin li Colemêrgê pîkapek ji bilindahiya 150 metreyan wergeriyaye û ketiye çema Zapê.
Li ser agahdarkirinê gelek tîmên Lêgerîn, Tenduristiya Lezgîn û polîs çûn cihê bûyerê.
Piştî mudexeleya tîman 4 kesên ku di pîkapê de asê mabûn hatin derxistin û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Tevî mudexeleya bijîşkan jî kesên bi navê Macît Dayan û Sitki Dayan jiyana xwe ji dest dan û her du kesên din jî bi giranî birîndar bûn.
Rewşa tenduristiya her du birîndaran jî giran e.
Her wiha welatiyê ku ji bo alîkariyê xwe avêtibû nav avê bi alîkariya tîman ji avê hat derxistin.