Zencefîl laşê me li dijî nexweşiyên herî xeternak diparêze

Yek ji xurekên xwezayî yên bi tendirust û ji laş re gelek sûdên wê hene, Zencefîl e. Zencefîl bi saya pêkhateyên wê yên bi sûd, laşê me ji gelek nexweşiyan diparêz e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xurekên xwezayî ji bo tendirustiya mirovan û dûrketina ji nexweşiyan gelekî baş e.

Yek ji wan xurekan jî, Zencefîl e ku bi sedsalan e ji bo armancên dermankirinê tê bikaranîn.

Li gorî lêkolînên bijîşkî, zencefîl dema ku bi rêkûpêk tê xwarin, çi teze be çi hişk, gelek feydeyên tenduristiyê pêşkêş dike.

 

Zencefîl berxwedana laş li hember iltîhabê zêde dike

 

Raporek ji hêla Verywell Health ve diyar kir ku zencefîl zêdetirî 400 pêkhateyên xwezayî yên dijî-iltîhabê dihewîne.

Iltîhab li seranserî cîhanê dibe sedema nexweşiyên parastinê, penceşêr, şekir, nexweşiyên helandinê, dil, pişikê û nexweşiyên nefes û neurolojîkê.

 

Zencefîl dibe alîkar ku pêvajoya hezmkirinê baş bibe

 

Zencefîl pêvajoya hezmkirinê lez dike. Ew nîşanên werimandin, qebizbûn û krampê sivik dike.

Her wiha bi saya pêkhateyên xwe yên gingerol û shogaol, ku berpirsiyarê sivikkirina dilxelandinê nîşanan didin, dibe alîkar ku nexweşiya sibê, bi taybetî li gel jinên ducanî, sivik bike.

 

Zencefîl piştgiriya pergala parastinê dike

 

Bi saya taybetmendiyên wê yên antîmîkrobî, xwarina Zencefîlê rojane dikare bibe alîkar ku pergala parastinê xurt bike.

Lêkolînekê eşkere kir ku kesên ku 4 gram ji pêveka Zencefîlê 5 rojan girtine, piştî werzîşa dijwar, derengketinek di destpêka êşa masûlkeyan de dîtine.

 

Zencefîl tenduristiya kardiovaskuler baş dike

 

Zencefîl ji ber ku ew antîoksîdanên polîfenol dihewîne, dikare dil biparêze.

Lêkolînekê dît ku xwarina 4 gram Zencefîlê rojane xetera tansiyona bilind û nexweşiya dil bi rêjeya %8 kêm dike.

 

Zencefîl xetera penceşêrê kêm dike

 

Antîoksîdanên di Zencefîlê de xetera zirara hucreyî kêm dikin ku dikare bibe sedema belavbûna penceşêrê li seranserê laş.

Lêkolînan nîşan daye ku zencefîl metirsiya çend cureyên penceşêrê, wek penceşêra kolon, mîde, kezeb û pankreasê kêm dike.

 

Pewîste Zencefîlê bi awayekî rêkûpêk û hevseng bi kar bînin

 

Piraniya lêkolînan dozek ji 170 mg heta 1 gram, 3 heta 4 caran rojê pêşniyar dikin.

Bijîşk pêşniyar dikin ku kesen mezin rojê ji 4 gramî zêdetir bikar neynin û jinên ducanî jî rojê ji 1 gramî zêdetir bikar neynin.

 

Carinan divê hûn ji zencefîlê dûr bikevin

 

Tevî gelek feydeyên wê yên tenduristiyê, zencefîl di hin rewşan de dikare zirar jî bide, taybet ji bo jinên ducanî û kesên bi nexweşiyên xwînê ve girêdayî pêre hebin.

Xwarina Zencefîlê bi dozên bilind, dikare bibe sedema êşa zik, qurmiçandin, zikçûn, şewata mîde û nerehetbûna di dev û qirikê de.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye