Di sedsala 20'an de, li cîhanê pêşketinên girîng di warê teknlojiyê de derketin holê.
Ev pêşketin serdema karê bi destan û westandinê veguherandin karê bilez û kontrolkirina ji dûr ve.
Ev serdema nûjen û pêşketî li ser bingeha Hişê Çêker ango ChatGPT hatiye damezrandin.
Hişê Çêker di dawiya sala 2022'an de, di encama pêşketineke zanistî ya navdewletî hat afirand.
Bi derketina ChatGPT, cîhan ber bi sînorê serdemeke nû ve bir.
Ev yek di du mehan de gihîşt 100 mîlyon bikarhênerî û bû destpêka pêşbaziyeke mezin di navbera piltaform û saytên mîna Google, Microsoft û Meta de.
Îro êdî Hişê Çêker ne tenê di laboratuvaran de ye, lê di kûrahiya jiyana me ya rojane de ye.
Ji bo geşbînan, ev teknolojiya şoreşeke pîroz e.
Di jiyana rojane de, ChatGPT alîkariya karên mirovan dike.
Di warê bijîşkiyê de, sîstemên hişê çêker dîtina derman û antîbiyotîkan ku berê bi salan dikişand, daxistiye çend rojan.
Ew tîmor û nexweşiyên kêmpeyda bi hûrgiliyeke bêhempa tespît dike.
Her wiha, di rûbirûbûna guherîna avhewayê de, bi analîzkirina daneyên mezin, karesatên xwezayî berî ku çêbibin pêşbînî dike û di warê perwerdehiyê de jî, hînbûnê li gorî şiyana her kesî taybet dike.
Ev zanistana pêşketî aliyekî wê yê neyînî jî heye.
Ev zanist jêhatîbûna mirovan di lêgerîna agahî, plan û kar de, lawaz dike.
Bi vê re, mirov hew mêjiyê xwe bi kar tîne û tenê xwe dispêre Hişê Çêkir.
Her çiqas pirgirêkeke mezin li gel mirovan jî hebe, bi pirsgehê ji hişê Çêkirî ew tê çareserkirin.
Dibe ku ev di pêşerojê de, rê li ber bêkariyê veke.
Ji wê kûrtir, teknolojiya "Sextekariya Kûr" rastiyan serûbin dike, gotegotan belav dike û destwerdanê di hilbijartinan de dike.
Ya herî metirsîdar jî, çêkirina çekên kujer ên teybet ku dikarin bêyî çavdêriya mirovî biryara kuştinê bidin.
Lê pirsa herî mezin a ku xewê di çavên zanyaran de direvîne ev e:
Gelo Hişê Çêkir dikare ji kontrolê derkeve?
Ev ne senaryoyeke sînemayî ye, ev mijarek zanistî ya herî girîng e ku wekî "Kêşeya Lihevhatina Dîjîtal" tê nasîn.
Ji bo ku sîstemek bibe gef, ne şert e ku bibe xwedî hestên xerab.
Heke ji bo bidestxistina armanceke taybet bi hûrgilî were bernamesazkirin, dibe ku ew bi awayên nediyar û tevlihev ber bi wê armancê ve biçe û di vê pêvajoyê de zirarê dide mirovahiyê.
Gava ku em ber bi "Hişê Çêkir ê Giştî" (AI) ve diçin ku di her warî de ji mejiyê mirov bîrektir e.
Heke di nava koda bingehîn de sînorên ewlehiyê yên hişk neyên danîn, bidestxistina kontrola wê dê hema bêje nemumkun be.
Hişê çêkir bi lezeke ji pêşbîniyên me derbas bûye û xwe nû dike.
Gelo wê mirovahî bikaribe van platformên dîjîtal di bin kontrola xwe de bihêle, yan jî wê afirîner bibe dîlê afirandina xwe bi xwe?
Em ê bi hev re bibînin.
Ev yek jî roj bi roj di nav guhertin û pêşketinan de ye.