Zîrekiya Çêkirî (AI) ku di salên dawî de wekî nûbûneke teknolojîk ket jiyana mirovan, êdî qada herî tê nîqaşkirin a serdemê ye.
Sîstemên nû yên aqilmend êdî ne tenê bersiva pirsan didin, lê di heman demê de karên mezin bi serê xwe bi rê ve dibin.
Li gorî lêkolînên dawî yên Stanford HAI, bikaranîna zîrekiya çêkirî (AI) di asta cîhanê de gelekî bilez belav dibe.
AI, di gelek warên cuda de alîkarî û feydeyên pir mezin dide mirovahiyê, mîna qada perwerde, tenduristî, çandinî, teknolojî û her wekî din.
Li gorî pisporên teknolojiyê, ev pergal êdî tenê ne amûrên hêsan in, lê wekî "hevalkarên zîrek" cihê xwe di nav civakê de digirin.
Pisporê teknolojiyê Dataforest diyar kir ku zîrekiya çêkirî di warê nivîsandin, bernamekirina kodan û birêvebirina karsaziyan de dema xebatê %70 kêm kiriye.
Bi saya pergalên deng û dîtbarî (multimodal AI), mirov dikarin bi axaftineke asayî, fermanan bidin computeran û di nava çend saniyan de vîdyo an sêwiranên profesyonel amade bikin.
Metirsî û aliyên neynî yên ai'yê çi ne?
Tevî feydeyên mezin, belavbûna AI'yê gelek aliyên xwe yên neynî jî hene ku zirarê li mirov û civakê dikin.
Li gorî raporan World Economic Forum, tê texmînkirin ku AI dikare mîlyonên karan (bi taybetî sekretarî, xizmeta xerîdaran û daxuyaniyên daneyan) ji destê mirovan derxîne.
Ji bo ciwanan jî ev xeterî derbasdar e, ji ber ku sîstemên AI'yê, di warê nivîsandina kodan û çêkirina grafîk û hemû mijarên kar û xebatan de, dikarin şûna mirovan bigrin û nifşên nû bi hincetên "Pêşxistina kar" û "Kêmkirina Çewtiyan" bê kar bihêlin.
Der barê parastina jîngehê de jî, navendên daneyan ên ku AI'yê didin xebitandin, enerjiyeke pir mezin a elektrîkê û bi mîlyonana lître av ji bo sarkirinê bi kar tînin. Ev jî germbûna cîhanê zêdetir dike.
Her wiha ji bo çêkirina vîdyo û wêneyên sexte fikarên mezin di nava civakê de çêdike.
Pispor hişyariyê didin ku ji ber sextekariya zêde, divê mirov baweriya xwe bi her dîtbarî yan dengê li ser înternetê neynin.
Rêxistinên mafên mirovan daxwaz dikin ku qanûnên tundtir ji bo kontrolkirina van teknolojiyan werin derxistin.
Tê texmînkirin ku di mehên pêş de, pargalên mezin ên wekî Microsoft û OpenAI modelên hîn pêşketî, pêşkêşî raya giştî bikin.
Ev modêlên nû dikarin di warê zanistî de, dermanên nû bibînin.