Tîmek ji Koleja Endezyarî û Zanistên Bikaranînî ya Zanîngeha Virginia ya Amerîkayê teknolojiyek nûjen ji bo çêkirina robotên nerm ên ku dikarin li ser rûyê avê biçin pêş xistiye.
Lêkolîneran da xuyakirin ku ev teknoloji rê li ber karên girîng vedike, wek şopandina qirêjiya jîngehê, berhevkirina nimûneyên avê û keşifkirina deverên lehiyê.
Her wiha ev robatên nerm dikarin roleke bingehîn di qada tendirustiyê de jî hilgirin.
Lêkolîneran diyar kir ku robotên nerm nifşeke nû ya robotan e ku ji materyalên nerm ên mîna lastîkî an polîmeran hatine çêkirin.
Her wiha lêkolîneran dan zanîn ku bi saya lingên xwe yên dirêj û nerm dikarin li ser rûyê avê bi lez biçin.
Lêkolîneran li van robotên nerm navê "HydroSpread" kirin.